Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qurbanîyên Teqîna Afghanistanê bo 68 Kesan Bilind Dibe


Desthilatdarên Afghanistanê îro Yekşemê got ku hejmara qurbanîyên teqîna doh Şemîyê li derveyî dibistaneke bajarê Kabulê bûye 68 kes û diktor zehmetiyan di dermankirina 165 birîndaran de dibînine û hin malbat li zarokên xwe yên winda digerine.

Teqîna doh êvarî taxa Deşte Barçî hejand ku piranîya rûniştvanên wê misilmanên Şîiî yên pêkhateya Hazara ne, ku bûye armanca grûpên dewleta Îslamî û çekdarên Sunnî.

Otombîlek li derveyî dibistan Seyid al-Şuheda teqîyabû û du teqînên din rû dan dema ku xwendekar ji tirsan re revîyabûn derve.

Desthilatdar dibêjin piranîya qurbanîyan xwendekarên keç bûn. Hin malbat hîn li nexweşxaneyan li zarokên xwe yên winda digerine.

Serok Ashraf Ghani doh Şemîyê çekdarên Talîbanî tawanbar kirin lê peyvdarê grûpê ew tawanbarî red kir û êrîşên dijî sivîlan şermezar kirin.

XS
SM
MD
LG