Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqînên Dijî Du Basan li Afghanistanê Herî kêm 7 Kesan Dikujin


Wêne ji Arşîf e
Wêne ji Arşîf e

Polîsê Afghanistanê îro Şemîyê got ku teqînên li dijî du basan li rojavayê Kabula paytext herî kêm 7 kes kuştin.

Teqîn li taxekê bûn ku piranîya wê pêkhateya Hazara ye ku êrîşên wekî wan demekê berê vê mehê 12 sivîl kuştibûn.

Peyvdarê polîsê Kabul Basir Mujahid, her wiha got ku 6 kes jî di teqînên îro Şemîyê de birîndar bûne.

Asta tundûtûjîyê li Afghanistanê bilind bûye di demekê de ku hêzên biyanî dê berî 11ê meha Êlûnê ji welêt vekişin û hewlên gihîştina rêkeftineke aştîyê di navbera hikûmeta Afghanistanê û çekdarên Talîbanê de lawaz bûne.

XS
SM
MD
LG