Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelkê Afghanistanê Tevlî Hilbijartrinên Serokatiyê Dibin


Sandiqên hilbijartinên serokatiyê îro Şemiyê li Afghansitanê vebûn, li gel gefên talîbanê yên êrîşkirina bingehên dengdanê.

Pakistanê îro biryar da ku sînorê xwe bi Afghanistanê re veke ji bo ku welatiyên Afghanistanê karibûn vegerin welatên xwe û beşdarî hilbijartinên serokatiyê bibin.

Wezareta derve ya Pakistanê îro Şemiyê got wan ji bo vê yekê daxwazek ji Afghanistanê wergirt.

Pakistanê biryar dabû ku dergehên xwe yên sînorî bi Afghanistanê re rojên Şemî û Yeklşemê bigre da ku di dema hilbijartinan de rê li pêş derbasbûna xelkê bigre.

Afghanistanê gelek caran Pakistan bi vehewandina çekdarên Talîbanê tawanbar kiriye, lê Pakistan van tawabariyan red dike.

Çekdaran huşdarî dabû bêhtirî 9 milyon welatiyên ku dikarin dengê xwe bidin, ku li malên xwe bimînin da rastî ziyanê nebin.

Berpirs dibêjin di encama teqînekê de li derveyê bingeheke dengdanê li bajarê Qendeharê, 14 kes birîndar bûn.

Bi dehan hezar hêzên ewlekariya Afghanistanê li seranserî welêt hatine belavkirin ji bo parastina bêhtirî 4,000 bingehên dengdanê.

XS
SM
MD
LG