Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IFJ Dibêje Wê “Bi Sedan Daxwazên Alîkariyê” Ji Medyakarên Afghanistanê Wergirtine


Yekîtiya Navnetewî ya Rojnamevanan (IFJ) got ku rojnamevanên Afghanî û bi taybetî yên jin rastî "sam û tirseke" mezin bûne û anî ziman ku Yekîtîyê bi sedan daxwazên alîkarîyê ji şarezayên warê ragihandinê wergirtine.

Rêxistina navnetewî ya ku sindoqeke taybet ji bo alîkariya wan rojnamevanan damezirandiye, huşdarî da ku” çavdêriya IFJ ya rewşa li ser erdê û daxwazên pir yên alîkariya lezgîn, diyar dike çiqas sam û tirs di nava civaka medya Afghanî de heye.”

Cîgirê emîndarê giştî yê IFJ Jeremy Dear di daxuyaniyekê de got,” me bi sedan daxwaz wergirtin ji bo yan derxistina wan, yan jî alîkariya kesên ku ji ber gefan, ji deverekê reviyane devereke din ya Afghanistanê.”

Berpirsê IFJ yê hevrêziya bersivdana rewşên awarte li Afghanistanê, nîşan bi wê yekê da ku piraniya rojnamevanên hewla reva ji welêt didin ew jin in.

Wî got,“Rojnamevanên jin ji kar tên qedexekirin û hinek dezgehên ragihandinê hatine girtin.”

Berpirsê IFJ her wiha anî ziman ku tevî wê “propaganda ya ku dibêje ti tolvedan ji alîyê Talîbanê ve nînin, hin raport hene li dor derbasbûna malên rojnamevanan û gefxwarina li gelekan ji wan.”

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG