Karbidestên Afganistanê roja Sêşmê gotin ku berî Meha Muherremê destpê bibe, bi dehan şerkerên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Kabula paytextê Afganistanê hatin girtin.
Rêveberîya Ewlekarîya Nîştimanî ya Afganistanê, ku ajansa îstixbaratî ya sereke ya welêt e, roja Sêşemê di ragihandinekê de got ku hêzên wê yên operasyonên taybet, li beşên cihê cihê yên Kabulê, 26 şerkerên DAIŞê girtin.
“Şerkerên wê grûbê, bi sergêrîya Abdullah, bo Kabulê hatine veguhestin ku di nav meha Muherremê û roja Aşûra de êrîşên xwekujî pêk bînin,” ragihandinê dîyar kir.
“Hêzên ewlekarîya Afganî ew terorît destnîşan kirin û girtin û pîlan wan ya kujer betal kirin,” ragihandinê zêde kir.
Di vîdeoyekê de ku ji hêla Rêveberîya Ewlekarîya Nîştimanî ve hat belav kirin, şerkerên DAIŞê pejirandin ku ew endamên wê grûba terorîst in û pîlan dikirin êrîşan li paytextî encam bidin.
Ew girtin beşek in ji planek berfirehtir ya ewlekarîyê ku hikûmeta Afganistanî rêve dibe, ku çalaktir be û baştir kêmanîa olî ya Şîa li hember gefên DAIŞê di nav meha Muherremê de biparêze.
20ê meha Îlonê, hember e tevî 10ê meha Muherrem a salnama Îslamî.