Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîbana Afghanistanê Êrîşeke Mezin Dibe ser Bajarê Kunduzê


Hikûmeta Afghanistanê dibêje tevgera Talîbanê êrîşeke mezin bir ser Kunduz, ku yek ji bajarên sereke yên welêt e û nexweşên nexweşxaneya bajêr wek barimte birin.

Ev êrîş dibe di demekê de ku gurûp hîn berdewam e di guftûgoyên li gel Amerîka de li dor bidawîanîna şerê Amerîka yê herî dirêj.

Mîlîtanên ku daxwaza derketina hemî hêzên biyanî ji Afghanistanê dikin, niha nîva afghanistanê kontrol dikin û di demên xwe yên herî bihêz de ne ji sala 2001ê ve, dema Amerîka derbas bû û ew têk birin.

Li van êrîşan tê temaşekirin wek bihêzbûna cihê Talîbanê di guftûgoyan de.

Peyvdarê serokatiya Afghanistanê Sedîq Sedîqî got hêzên ewlekariya Afghanistanê êrîş li hin beşên Kunduzê vegerandin.

Sedîqî ji peyamnêran re got êrîş bi temamî li dijî axaftinên aştiyê bûn û mîlîtanan xelkê sivîl ji xwe re kiribûn mertal.

Endamê civata parêzgehê Xulam Rebanî ji ajansa Associated Press re got ku Talîbanê nexweşxaneya bajêr kontrol kir û ziyan ji herdû aliyan jî hebûn.

jêder: Associated Press

XS
SM
MD
LG