Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşeke Esmanî li Afghanistan 10 Sivîlan Dikuje


Wêne ji Êrîşeke Berê ye li Parêzgeha Paktia
Wêne ji Êrîşeke Berê ye li Parêzgeha Paktia

Berpirsên Afghanî dibêjin di encama êrîşeke esmanî de li parêzgeha Paktia li ser sînorê Pakistanê 10 sivîl hatin kuştin.

Shausta Jan Ahady, ku endamekî berê yê civata parêzgehê ye, dibêje jin û zarok di nav qurbaniyên êrîşa derengî Şemiyê de hebûn.

Ew dibêje runiştvanan îro Yekşemê xwepêşandan kirin û termên qurbaniyan nîşan dan.

Peyvdarê hikûmeta parêzgehê Abdullah Hsrat dibêje êrîşa esmanî 4 çekdar kuştin û vekolîn li dor kuştina sivîlan li dar in.

Di rûdaneke veqetî de li parêzgeha Helmand a başûrê welêt êrîşeke esmanî hakimê sîber ê Talîbanê û du nobedarên wî kuştin, li gor peyvdarê hikûmeta Parêzgehê Omar Zwak.

Çi şîrove nebûn ji aliyê Talîbanê ve ku nêzîkî nîvê welêt kontrol dike û wê jî rêveberiyên xwe hene.

Ta nivîsandina vê nûçeyê ne diyare kê ev herdû êrîş pêk anîne.

XS
SM
MD
LG