Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afghanistanê Pevçûn di Navbera Polîs û Xwepşanderan de Dibin


Li Kabula paytexta Afghanistanê bi sedan xwepêşander li dijî polîs ketin pevçûnan piştî girtina komandarekî milîtanên Şîaa.

Peyvdarê polîs ê Kabul Basir Mujahid dibêje sê endamên polîs di pevçûnan de birîndar bûn û 20 ên din rastî kevirên xwepşanderan hatin. Xwepêşanderan êrîşa du xalên polîs ên vekolînê kir.

Xwepêandan bûn piştî girtina serkirdeyê Şîiî Alipoor li parêzgeha Ghor. Hîn ne diyare ew bi çi hatiye tawanbarkirin.

Di hewildaneke berê de ji bo girtina Alipoor, hêzên ewlekariyê li Ghor meha Hizêrana îsal ket pevçûna li dijî alîgirên wî û di encamê de 7 sivîl û 4 endamên polîs hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG