Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Roja ku Trump û Talîbanê Erê Kiribû de ku Hêzên Amerîkî ji Afghanistanê Vekişin Kabul di Huşdarîyê de ye


Hêzên ewlekarîyê li Kabula paytexta Afghanistanê di huşdarîyekê de ne li dor riyaksyona çekdarên Talîbanê ji hebûna hêzên Amerîka li wir, piştî îro Şemîyê, yekê meha Gulanê, ku erêkirinek li gel rêveberîya serokê berê Donald Trump hebû li dor vekişîna hêzên Amerîkî ji Afghanistanê.

Bilindkirina asta hebûna ewlekarîyê li rêbendên Kabula paytext diyar bû û çavkanîyeke leşkerî got ku bajar di huşdarîyeke bilind de ye û nobedarî û ewlekarîya li bajarên sereke yên seranserî welêt jî hatine berferehkirin.

Li gor rêkeftina Şubata sala 2020an ya rêveberîya Trump bi tevgera Talîbanê re, pêwîst bû hêzên biyanî berî roja 1ê meha Gulanê, anko îro, ji Afghanistanê vekişin û tevgera Talîbanê jî êrîşên xwe li dijî bingehên hêzên biyanî rawestîne.

Lê serokê Amerîka Joe Biden, piştî pêdaçûnekê, meha borî ragihand ku dê hêzên Amerîkî heta 11ê Êlûnê li wir bimînin.

Di van hefteyên borî de tundî li dijî Afghaniyan bilind bûye û bêhtirî sed endamên hêzên ewlekarîyê hatine kuştin.

Tevgera Talîbanê bi awayekî tund bersiva biryara rêveberîya Biden da û konferaseka ku meha borî li Tirkîyê hatibû plankirin baykut kir.

XS
SM
MD
LG