Berpirsên Afghanistanê îro Yekşemê got di şerê dijî tevgera Talîbanê de, derdora 100 serbazên Afghanistanê ji bingehên xwe reviyan û hewil dan derbasî Turkmenistanê bin.
Mihemed Nasir Nazarî, endamê civata parêzgeha Badghis a rojavayê welêt, got serbazan maf nebû sînor derbas bikin û çarenûsa wan ne diyar e.
Talîbanê wêneyên serbazên girtî li ser medya civakî belav kirin.
Peyvdarê parêzgehê Jemşîd Şehabî got di şerê berdewam de16 bserbaz hatine kuştin û 20 birîndar bûne li navçeya Bala Murghab, cihê ku leşkeran êrîşên esmanî kirin û serbaz belav kirin.
Wî got jimarek serbaz hewl da birevin.
Şahabî got bêhtirî 40 çekdar di şer de hatine kuştin.
Serokê polîsê parêzgehê û komandarê leşkerî, li navçeyê ne ji bo derxistina çekdaran û rizgarkirina serbazan, li gor Şahabî.