Desthilatdarên Afganistanê dibêjin holeke şahiyan li Kabula paytex rastî êrîşeke xwekujî hat û di encamê de 63 kesan jiyana xwe ji dest da û herî kêm 183 kes jî birîndar bûn.
Piraniya qurbaniyan ji pêkhateya Hazara ya Şîiî bûn.
Peyvdarê wezareta navxweyî ya Afganistanê Nesret Rehîmî jimara qurbaniya piştrast kir û got jin û zarok jî di nav wan de hebûn.
Rehîmî di daxuyaniyekê de got teqîn bi demeke kurt berî nîvê şeva borî bû û polîs û tîmên hawarçûnê bilez gihîştin cihê êrîşê û qurbanî veguhestin nexweşxaneyên Kabulê.
Serok Eşref Ghanî êrîş şermezar kir, ew wek kiryareke nemirovahî bi nav kir û got wî daxwaza kombûneke ewlekarî ya awarte kiriye ji bo pêdaçûn û nehêştina boşahiyên ewlekarî yên wiha.
Hîn ti kesî berpirisyariya xwe ranegihandiya li dor vê êrîşa ku di van çend salên borî de ya herî xerab e li dijî sivîlên Afganistanê.
Talîbanê ev êrîş şermezar kir û peyvdarê wê got, "êrîşên hovane yên wiha li dijî sivîlan qedexe ne."