Hêzên taybet ên Afganîstanê roja Yekşemê di operasyonekê de li rojavayê welêt du çekdarên Dewleta Îslamî kuştin û yê sêyem jî girtin, berpirsekî herêmî got.
Muftî Hebîbullah Îlham, rêveberê agahî û çandê yê parêzgehê got ku êrîşa li ser veşartgehekê li navçeya Seyîd Abad li parêzgeha Nimrozê bû sedema pevçûneke ku 30 xulekan berdewam kir.
Îlham da zanîn ku di nava leşker û sivîlan de ti ziyan çênebûne û hin alavên leşkerî jî hatine desteserkirin.
Beşê herêmî ya grûpa IS - ku bi navê Dewleta Islamî li Parêzgeha Xorasanê tê nasîn - hevrika sereke yaTalîbana desthilatdar bû ji dema ku grûpa olî Afganîstan di Tebaxa 2021 de kontrol kir.
Daişê êrîşên xwe yên li Afganîstanê zêde kirine, hem dewriyeyên Talîban û hem jî endamên kêmaniya Şîa ya Afganîstanê dikin armanc. Roja Înê, hêzên ewlekarîyê çekdarekî DAIŞê di operasyonekê de li bakurê parêzgeha Perwanê kuşt. Herwiha wan sê jin û heft zarok jî girtin, Hikmetullah Şemim, berdevkê parêzgarê Perwan got.
Cîgirê berdevkê hikûmeta Talîbanê Bîlal Kerîmî got ku rayedar li ser sînor û serweriya Afganîstanê ciddî ne.
"Dewleta Îslamî ne li welat û ne jî di nav gel de cîhê xwe tine, ne jî Mîrnişîna Îslamî destûrê nade wê," wî ji Associated Press re got. "Hejmara çekdarên (DAIŞ) yên ku heta niha hatine kuştin an jî hatine girtin bi sedan e, lê hejmareke rast tune ye."
Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsyariya jimareke êrîşên mezin li Afganîstanê girt ser xwe. Wê got ku yek ji endamên wê li pişt teqîneke kujêr li nêzîkî xaleke kontrolê di Çile de li firokexaneya serbazî ya Kabulê bû, heman kesê ku beşdarî êrîşeke li ser otêlekê li paytextê Kanûna borî bû, û her wiha êrîşeke çekdarî li ser balyozxaneya Pakistanî.
Çavkanî: AP