Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Afghanistanê Dê Beşdarî Du Konferansên Aştîyê Bibe


Hikûmeta Afganî îro roja Şemîyê got ew dê heftîyên bêt beşdarî du koneferansên aştîyê yên cûda bibe yên bi piştgirîya Welatên Yekgirtî û Rusyayê.

Konferansa ku ji alîyê Rûsyayê ve tê destekkirin di 18ê Adarê da tê plankirin lê konferansa bi desteka Amerîka dê li Tirkiyê meha bêt pêkbihê, karbidestan got.

Danûstandinên aştîyê di navbera hikûmeta Afganî û serhildayên Talîbanê da li paytextê Qatar Doha bi piranî sekinîye.

"Hikûmeta Afganistanê dê beşdarî hem konferansa li Moskowayê û hem jî ya li Tirkiyê bibe, " Hemdullah Mohib, şewirmendê civata netewî ya ewlehîya welatî gote rojnamevanan li Kabulê.

Mohammed Naeem, peyvdarê Talîbanê, gote Reutersê wan davetnameyek ji Moskowayê wergirtîye, lê hêşta biryar nedaye ka beşdar bibin anjî ne. Talîbanê derbarê civîna pêşniyarkirî ya li Tirkiyê hêşta tu şîrove nekiriye.

Ew jibo proseya aştiyê demek tengasiyê de tê jiber ku 1ê Gulanê, roja dawîyê ku leşkerên biyanî ji Afganistanê vekişin nêzîk dibe û Welatên Yekgirtî pabendîya xwe ya leşkerî ber çavan derbas dike.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken di nameyeka bo Serok Eşref Ganî da serê vê mehê jibo hewlên aştîyê bi pêşengiya Neteweyên Yekgirtî daxwazeka nû bi lezgînî kir û ji Tirkiyê xwest ku di heftîyên bêt da mêvandarîya civînek paye bilind bo her du alîyan bike da ku peymaneka aştîyê bihê encam dan.

Blinken ji rêberên Afganî ra nivîsand ku Welatên Yekgirtî vekîşîna tevahîya hêzan li 1ê Gulanê ber çavan derbas dike jiber ku ew ser bijareyên din difikirin.

Rûsya plan dike ku di 18ê Adarê da li Moskoyê konferansekê li ser Afganistanê pêkbîne û çend aktorên herêmî vexwendine, di nav wan da hikûmet û siyasetvanên Afganî hene da ku proseya aştiyê pêşve bibe di dema ku dîplomasîya Washingtonê xurt dibe.

XS
SM
MD
LG