Neteweyên Yekgirtî dibêje di encama şerê çekdarî yê Afghanistanê de sala borî 3,800 sivîl di nav de jî 927 zarok hatin kuştin. Ev jimara herî bilind e di deh salên borî de.
Tundutijiya giran li welêt 7,200 sivîl birîndar kirin û ziyana giştî ya şer di sala 2018ê de bi rêjeya 5 ji sedî bilind bû, li gor raporteke nû ku îro Yekşemê ji aliyê Erka Neteweyên Yekgirtî ya Alîkariyê li Afghanistanê UNAMA ve hate belavkirin.
Raportê ji ser zimanê komisyonerê bilind ê Neteweyên Yekgirtî ji bi Mafê Mirov Michelle Bachelet ku dibêje:
“ Rastiya ku jimara zarokên kuştî vê salê ya herî bilind e, mirov şok dike.”
Serokê UNAMA Tadamichi Yamamoto got:
“Ev raporta salane ya dehan a Neteweyên Yekgirtî ye li dor pirsgirêka sivîlên Afghanistanê. Di deh salan de, bêhtirî 32,000 sivîl hatine kuştin û derdora 60,000 jî birîndar bûne.”
Raport her wiha diyar dike ku leşkerên Amerîka di sala 2018ê de 7,362 bumbe bi ser Afghanistanê de berdan, ku jimara herî bilind e di deh salan de.