Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekgirtî Bi Xem e Li Dor Tundûtûjiya Li Dijî Zarokan


Ajansa karûbarên zarokan ya Neteweyên Yekgirtî ku bi UNICEF tê naskirin, dibêje ew bi xem e li dor binpêkirinên bi sedema tundûtûjiyên li Afghanistanê ku li dijî zarokan dibine.

Zarokên di navçeyên tundûtûjiyan de li Afghanistanê bacên giran didin.

UNICEF û Rêxistina Parastina Zarokan li Afghanistanê roja Duşemê ragihandibû ku di sê rojan de herî kêm 27 zarok hatine kuştin û 136 zarok jî birîndar bûne.

Rêvebirê rêxistina zarokên Afghanistanê dibêje ku ev tenê destpêk e.

Neteweyên Yekgirtî her wiha ragihand ku bêhtirî 390,000 kes, piraniya wan zarok in, ji serê salê ve bi sedema berdewambûna tundûtûjiyê derbider bûne.

UNICEF bang li aliyên dijber kir ku vî şerî rawestînin.

XS
SM
MD
LG