Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazekî Afganî Du Hevalên xwe yên Amerîkî Dikuje


Artêşa Amerîka li Afganistanê piştrast kir ku herî kêm du serbazên wê hatine kuştin û 6ên din jî birîndar bûne, dema ku serbazekî Afganî hevalên xwe gulebaran kirin.

Peyvdarekî hêzên Amerîkî li Afganistanê got gulebarana şeva borî li navçeya Şêrzad a parêzgeha Nangarhar bû.

Kolonêl Sonny Leggett got:

“Raportên niha nîşan didin ku serbazekî Afganî agir li komek serbazên Amerîkî û Afganî vekir… Em hîn agahiyan kom dikine û sedem û mebestên êrîşê ta niha ne diyar in.”

Serbazên Amerîkî yên birîndar li bingeheke Amerîkî têne dermankirin.

Hakimê parêzgehê, Şah Mehmûd Miaxel ji Dengê Amerîka re got kesê êrîşker di pevçûna piştî êrîşê de hate kuştin.

Wî got sê kes ji hêzên taybet ên Afganî û hejmarek serbazên Amerîkî di nava birîndaran de bûn.

Tê zanîn 13,000 serbazên Amerîkî li Afganistanê dimînin. Hejmarek ji wan operasyonên dijî terorê birêve dibin û yên din jî beşek in ji erka NATO yê li wir.

XS
SM
MD
LG