Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Koçberên Afrîqî li Meksîko Zêde Dibe


Karbidestên Meksîko radigihînin ku hejmara Afîqîyên ji Komara Kongo û Kamerunê hatine welatê wan pirtir dibin.

Li gor daneyên Meksîko, di çar mehên pêşî yên 2019’an de hejmara Afrîqîyên li wî welatî sê qat zêde bû û rabû 1900 kesan.

Jiber kêşeyên aborî û sîyasî yên li Komara Kongo û Kamerunê bi sed hezaran kes ji wan welatan derketine.

Koçberên Afrîqa bi vîzayên xwe dikarin 20 rojan li Meksîko bimînin û ew dixwazin di ser wir re derbazî Amerîka bibin.

Pisporên koçberîyê didin zanîn ku sîyaseta Serok Donald Trump ya ser koçberîyê li seranserê cîhanê bandoreke berovajî çêdike.

Pispor didin zanîn ku sivîlên li welatên din dikevin tirsê û dixwazin bi fersendan xwe bigêhînin Amerîka.

XS
SM
MD
LG