Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanê AFP Dylan Collins li Enîya Şer ya Ukrayna Birîndar Bû


Ajansa AFP ragihand ku nûçegihanekî wê îro Duşemê dema li enîyeke Ukrayna li nûçeyê bûye bi êrîşeke dronî birîndar bûye.

Hemwelatîyê Amerîka Dylan Collins, ku li Lubnanê dijî, li nêzî Bakhmutê bi şarapnelan birîndar bû.

Hevalên wî didin zanîn ku Collins li ser hişên xwe ye û bi hevkarên xwe re peyivîye.

Doktor jî dîyar dikin ku rewşa Collins ne krîtîk e û ew tê derman kirin.

Rêvebira AFP’ê ya Ewrupa Christina Buhagi dîyar kir ku ew ser bûyerê lêkolînê dikin.

Buhagiar got ku ew bi Dylan û hezkirîyên wî re ne.

XS
SM
MD
LG