Karbidestên Filîstînî îro ragihand ku li başûrê Refahê Şerê kolanan û bombebarana Îsraîlê îro Çarşemê jî didome, rojek piştî ku tankên Îsraîlê bo cara yekê ketin navenda bajêr ku li nêzî sînorê Misirê ye.
Karbidestên saxlemîyê yên Fîlîstînî dîyar kir ku gelek kes ji ber gulebarana Îsraîlê li rojhilata Refahê birîndar bûne û depoyên alîkarîyê hatine şewitandin.
Rûniştvanên Refahê got ku bombebarana berdewam ya Îsraîlê gelek xanîyên li heremê wêran kirine ku piranîya kesên ku piştî fermana Îsraîlê ya valakirinê çûbûn wirê.
Hin rûniştvan jî ragihand ku wan dîtiye ku wesayîtên zirxîn yên wek robotî yên bêmirov li hin taxan ji ser mîtralyozan gule dibarandin.
Di dema êrîşên Îsraîlê de înternet û sînyalên telefonan li hin deverên rojhilat û rojava qut bûne, rûniştevan û rojnamevanan got. Artêşa Îsraîlî got ku ew nikarin van nûçeyan piştrast bikin.
Artêşa Îsraîlê dîyar kir ku hêzên wê kontrola ji sedî 75’ê korîdora Phildelphi, herêmeke tampon ya di navbera Gaze û Misirê de bi dest xistine.
Baskê çekdar yê Hamasê û ya Cîhada Îslamî got ku wan bi roketên dijî tank, bombeyên hawanan û bombeyên ku wan bicî kirine li Refahê bersîva hêzên Îsraîlê didin.
Jêder: AFP