Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bandora Şerê Ukraynayê li Ser Xizanîyê li Afrîqayê

Arşîv: Kampa Koçberan li Dinsoor ili başûrê Somalya
Arşîv: Kampa Koçberan li Dinsoor ili başûrê Somalya

Pispor hişyar dikin ku şerê li Ukraynayê dikare birsîbûn û bêewlehiya xwarinê ji bo hinek xelkê li Afrîkayê zêde bike.

Piraniya welatên Afrîqa genim û rûnê nebatî ji Ukrayna û Rûsyayê dikirin, herêma ku nûke ketiye nav pevçûnan ji dema ku Rûsya cîranê xwe dagir kiriye êreve.

Malbatên Afrîkî zehmetîyan dikêşin dema bihayên tiştên bingehîn zêde dibin,
ji ber hişkesalîya domdar, pandemiya vîrûsa koronayê, û nûke jî, nakokiya Rûsya û Ukraynayê.

Neteweyên Yekgirtî dibêje, Rûsya û Ukrayna %53 ji guleberoj û tovên cîhanê, û %27 ji genimê cîhanê hilberînin.


Lêkolîn nîşan dide ku herî kêm 25 welatên Afrîqayê sêyeka genimê xwe ji Rûsya û Ukraynayê dikirin û 15 ji wan jî nîvîyê zêdetir genimê xwe ji wan her du welatan dikirin.

XS
SM
MD
LG