Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Saxlemîyê Dibêjin li Afrîka Rêjeya Karanîna Vaksînên Korona Pir Hindik E


Serokê Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan ya Afrîka John Nkengasong dîyar kir ku li wê parzemînê rêjeya karanîna vaksînên vîrusa korona ji armanca wan pir hindiktir e.

Nkengasong da zanîn ku heta niha kêmtir ji 3,5 ji sedê Afrîkîyan vaksînên vîrusa korona li xwe dane û bi bîr xist ku armanca wan ya sereke 60 ji sedê bûye.

Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus jî di heman brîfîngê de ser rewişa Afrîka hişyarî kir.

Tedros dîyar kir ku Afrîka ji alîyê welatên din yên cîhanê ve hatiye ji bîr kirin.

Wî da zanîn ku jiber wê rewişê ewê belavbûna vîrusa korona bidome.

XS
SM
MD
LG