Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Henîf Hemo: Xwezaya Efrînê û Xelkên Wê Jêderên Serekî ne Bo Hunera Min


Herêma Efrînê ne tenê zengîne bi xurist û xwezaya xwe ya ciwan û pirî berhem, lê her wisa jî bi huner û hunermendên xwe jî, ji her cûrên hunerî zengîne.

Hunermend Henîf Hemo yek ji wan hunermenda ye, ku bi firçe û boyaxên xwe, wan dîmenên ciwan ji Efrînê diafirîne û dike keval û nîgarên balkêş.

Henîf Hemo di sala 1956an de, li Efrînê jidayik bû. Di sala 1986an de, xwendina hunera ciwan li Zanîngeha Dîmeşqê qedand,

Ji sala 2000 - 2013an ve, bûye mamostayê hunerê li peymangeha hunera ciwan li Helebê û serokatiya wê jî kirye.

Ji sala 1986an ve ta 2010an, Henîf beşdarî piraniya pêşangehên hunerî yên Buhara Helebê bûye.

Di sala 2011an de, pêşangeha xwe ya taybet li sendîka hunera ciwan ya Helebê vekir.

Di sala 2012an de li Efrînê, Hola Gelawêj pêşangeha xwe ya dûyem vekir.

Ji Sala 1980ê ve, Henîf, hunera xwe berdewam dike û beşdarî gelek pêşangehên navxweyî û yên derve bûye.

Wekî din jî , Henîf karê dîkorê jî kirye û tê de serkeftinek mezin bidest xistiye.

Nuha li Efrînê rûniştiye û hunera xwe berdewam dike, şagirt, dost û hevalên xwe fêrî hunerê dike û bi rengên xwe rûkê jiyana Efrînê geş dike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:15:12 0:00

XS
SM
MD
LG