Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêleke Nû ya Ereban li Efrînê Tên bi Cih Kirin


Pêvajoya guhertina demografîk li herêma Efrînê bi awayeke berçav zêde bûye, di vê derbarê de hate zanîn ku grûpên çekdar yên girêdayî Tirkîyê hejmareke mezin ji Erebên devera Îdlîbê li herêmê niştecî dikin.

Çavkanîyên ji hindur herêmê ji me re ragihandin ku di encama pêşketina hêzên artêşa Sûrî li başûr û rojhilata Îdlibê bi deh hezaran Erebên wê deverê û deverên Sûrî yên din ku berê li wir diman, berê xwe didin Efrînê.

Tora Afrîn Post ya nûçeyan belav kir ku bi dehan çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam anku Cebhet El-Nusra tevî malbatên xwe li taxa Eşrefîyê li bajarê Efrînê digerin û xwestine li xanîyên taxê bi cih bibin.

Tora nûçeyan dîyar kir ku nakokî di navbera çekdarên El-Nusra û niştecikirîyên Xotanî anku yên ji El-Xota de derketiye, çimkî Xotanîyên ku sala par li herêmê hatibûn bicî kirin û dest danîbûn ser xanîyên şênîyên Kurd li taxa navborî rê nedane niştecîkirîyên nû yên ji Îdilibê ku lê bicî bibin û jê xwestine berê xwe bidin gundan.

Her di vê çarçovayê de hate zanîn ku girûpa çekdar ya bi navê El-Cebha El-Şamîyê derîyê hejmarek xanî li gundên Birîmce, Mîrkan, Qenterê û Şîtka yên devera Mabeta şikandine û Erebên ji Îlidibê tên, tê de bi cih kirine.

Heman kiryar li hejmarek gundên Efrînê yên din jî rûdaye ku girûpên çekdar malabtên Kurd bi zorê ji malên wan diqewtînin û Ereban li şûnê niştecî dikin û kî li hember wan nerazîbûnê nîşan bide gef lê tên xwazrin û tên girtin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku artêşa Tirk û komên çekdar yên pêre ji dema dest danîbûn ser Efrînê de, piranîya şênîyê resen anku Kurdên herêmê koçber kiribûn û Ereb û Turkmen li şûna wan niştecî kiribûn.

Raporta, Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:14 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG