Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merasîmên Oxirkirina Sê Endamên Malbata Efrînî


Merasîmên Oxirkirina Malbata Efrînî li Şehba
Merasîmên Oxirkirina Malbata Efrînî li Şehba

Bi hezaran gelê Efrînê ku li herêma Şehba derbiderin, bi hestên xemgîn her sê qurbanîyên ji malbatekê ku di topbarana Tirkîyê de li ser gundê Aqîbê li Şêrewaya Efrînê hatibûn kuştin, bi merasîmekê oxir kirin.

Merasîmên ku li goristana bajarokê Fafînê pêk hatin, bi xulekeke bêdengîyê jibo rêzgirtina giyana her sê qurbanîyan destpê kir, paşê çend gotar hatin xwendin, herwiha girseya gel ku wêneyên cangorîyan hildabûn siloganên dilsozîya bi wan re bilind kirin, piştre termê wan bi axê spartin.

Dosta malabata cangorî Zelûx Bekir, bi van gotonan ew bi bîr anîn: “Mamoste Hesen mirovekî welatparêz bû, ew kesekî zarxweş û dilnizim bû bi derdora xwe re, bi rihê hevkarîyê tevdigerîya û her kesî jê hez dikir, loma em îro pir xemgîn in ji ber koça wî”.

“Her wiha hevjîna wî Fatime, pir delal bû, jineke aştîhez bû, bi ax û welat re girêdayî bû, herî zêde jî ji çandinîyê hez dikir”, Bekir domand.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Hesen Îzet yê 55 salî, hevjîna wî Fatime ya 46 salî, û zaroka wan Sirûşt ya 12 salî, şeva Sêşemê ji ber topbarana artêşa Tirk jîyana xwe ji dest dabûn, ku xanîyê ew lê diman bi ser wan de hilweşîya bû û termên wan di bin enqazan de mabûn.

Dor vê bûyerê parêzer Îsrafîl Mustefa got ku artêşa Tirk bi zanebûn sivîlan topbaran dike, ev yek jî di zagonên navdewletî de weke sûcên şer û yên dijî mirovahîyê tên nasandin.

Mustefa armancên Tirkîyê wiha şîrove kirin: “Navendên hikumeta Sûrî û leşkerên wan her wiha yên Rûsya li deverê hene, ew nayên armanc kirin, lê belê gelê sivîl tê kuştin”.

“Gelê Efrînê yê hatî koçber kirin zerara herî mezin dibîne, ew bûne qurbana lihevkirina Rûsî – Tirkî, ku tevî derbiderbûna wan dîsa tên armanc girtin, da ku careke din koçber bibin”.

Hêjayê gotinê ye ku artêşa Tirk û komên çekdar yên bi ser wê ve, di vê dema borî de êrîşên bi ser devera Şêrewa û Herêma Şehba de zêde kirine, û rojane wan bi çekên giran armanc dikin.

Her di vê çarçovayê de artêşa Tirk û hemwextî axspartina her sê cangirîyan tevî jineke din ku wê jî di toparana ser gundê Kelotê de jîyana xwe ji dest dabû, çend gund û deverên herêma Şehba topbaran dikir.

Raporta li Ser Merasîmên Oxirkirina Malbata Efrînî 27 02 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG