Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bê Merasîmên Girseyî Krîstiyanên Efrînê li Şehba Cejna Rabûna Mesîh Pîroz Kirin


Dêra Şivanê Qenc ya Încîlî li Şehba jiber belavbûna vîrusa korona û metirsîya tûşbûna pê, civîna nimêjê û pîrozbahîya olî ya cejna rabûna Hz. Mesîh anku (Easter) betal kir.

Xizmetkarê dêrê Dîyar Xudan ragihand ku ew bi tedbîrên xweparastina ji vîrusê pêbend in loma îsal tu merasîmên girseyî pêk nehatin.

“Weke hemû dêr û kenîseyên cîhanê me jî nexwest civînên mezin bikin û milet kom bibe, da ku ev nexweşî nekeva nav me, tenê xizmetkarên li hindur dêrê pîrozbahî kirin”, wî dîyar kir.

Xudan got ku wan di cejna rabûna Hz. Mezîh de li kenîsê nimêj kirin û banga Xwedê kirin vê nexweşîyê ji ser milet û bawermendan bide alî.

“Tevî girtina derîyên dêrê, lê hemû bawermendên me dua û nimêjan li malên xwe dikin, ew gazî dikin Xwedê destê xwe di ser milatan giştikan re bigre”.

Wî omîd û lavayên xwe wiha parve kirin: “Dêrê Şivanê Qenc li Şehba timî nimêjan dike ku ev dema teng bi dawî bibe û di rojên nêzîk de em vegerin warê xwe Efrînê”.

Xizmetkarê dêra Şivanê Qenc herwiha da zanîn ku ew bi tevahîya gel û bi taybetî bawermendên mesîhî re hevkar in, jibo rûbirûbûna vîrusa korona, ku çendîn kar û pêngav pêk anîne.

“Em li kêleka gelê xwe ne, me pêngava hişyarkirina ji vîrusa korona destpê kiriye, herwiha destê alîkarîyê jî dirêj wan dikin û di rojên pêş de hîn alîkarîya tendirustî û hawarçûnê pêşkêş dikin” Xudan got.

Hêjayî gotinê ye ku Dêra Şivanê Qenc li Efrînê bû, lê piştî êrîşa Tirkîyê û komên çekdar û destdanîna wan ser herêmê, Dêrê weke hemû bawermendên mesîhî yên Efrînê ku hejmara wan bi hezaran malbat e, neçarî koçberîyê bûn, ku li derbiderbûnê anku li Şehba dîsa dêr vekirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG