Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesîhiyên Cîhanê Yekşema Easter Bê Qerebalix Pîroz Dikin


Papayê Vatîkanê Pope Francis û mesîhiyên seranserî cîhanê neçar man ku Yekşema Easter bê qerebalix û di cihên veqetî de pîroz bikin.

Malbatên ku di rewşa normal de sibeha Yekşema Easter tevlî kombûnan dibûn û piştre serdana dost û hevalan dikirin, li nav malên xwe girtî mane.

Xalên polîs ên vekolînê û girtina kenîseyan li seranserî cîhanê ew neçar hîştin ku merasîmên Easter li ser tilfizyonan yan li ser Internêtê temaşe bikin.

Li Vatîkanê Pope Francis li pêş hejmareke biçûk a bawermendan ev bone pîroz kir.

Meydana San Peter caran tije gulên taze dibû wek sîmbola vejîna Îsayê Mesîh.

Îsal, çeperên polîs ên li dor meydanê rê li pêş bi dehan hezar kes girt û nehîşt ew bi awayekî zindî li axaftina Pope Francis a bo cîhanê guhdarî bikin.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG