Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Ser Efrînê Didomin, Qurbanî jî Piranî Sîvîl In


Di topbarana tewşankî bi balafir û mûşekan li dijî Efrînê herî zêde sîvîl dibin qurbanî, herwiha hejmara kesên derbider dibin jî zêde dibe.

Hevseroka Meclîsa Tendirustî ya Efrînê, Anjela Reşo di preskonfransekê de ragihand ku di nava 10 rojan de, 60 kes hatine kuştin û 153 jî birîndar bûn.

Reşo da zanîn ku bi giştî 213 sîvîl bûne qurbanîya êrîşan û herwiha 3 komkujî çêbûne.

Wê bang li bîragiştî kir ku li hember êrîşên ser Efrînê dengê xwe bilind bikin û helwesteke xurt nîşan bidin.

Sîvîl li Efrînê di bin Êrîşên Giran de Ne
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:21 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG