Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di 10 Rojan de, 213 Sîvîl Dibin Qurbanîya Êrîşên Tirkîyê


Di topbarana tewşankî bi balafir û mûşekan li dijî Efrînê herî zêde sîvîl dibin qurbanî, herwiha hejmara kesên derbider dibin jî zêde dibe.

Meclîsa Tendirustî ya Efrînê, di preskonfransekê de ragihand ku di nava 10 rojan de, 60 kes hatine kuştin û 153 jî birîndar bûn.

Meclîsê da zanîn ku bi giştî 213 sîvîl bûne qurbanîya êrîşan û herwiha 3 komkujî çêbûne.

Li alîyekî din, topbarana balafiran zarar gîhandiye Bendava Meydankê û şûnwarên dîrokî yên wek Perestgehên Nebî Horî û Eyndarê jî wêran bûne.

Derbara êrîşan de Rêveberîya Xweser bi daxuyanîyekê ji raya giştî re armancên van êrîşan eşkere kir û ji alîyên peywenedîdar xwest ku dawî li êrîşan bînin.

XS
SM
MD
LG