Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Tirk Konvoya ku Diçû Efrînê Topbaran Kir


Kurdish convoy hit by Turkish army
Kurdish convoy hit by Turkish army

Hêzên Kurd li Sûrîyê ji Reutersê dibêjin ku konvoya ku şeva borî ji alîyê artêşa Tirk ve hate lêxistin, ji sîvîlan pêk dihat û xwarin û derman dibir Efrînê.

Artêşa Tirkîyê îro bi daxuyanîyekê gotibû ku 30-40 maşîneyên YPG’ê, ku “terorîstan û çek û cebilxneyên wan dibirin”, li nêzî Efrînê ji hêla topên wê ve hatibû armanc girtin.

YPG’ê da zanîn ku karwana maşîneyan, derengîya şeva Pêncşemê ji herêma Cizîrê giheştibû Efrînê û sîvîlên ji bajarên din yên bin kontrola Kurdan tîna. Efrînê.

Berdevkê YPG’ê li Efrînê Birusk Heseke ji ajansê re got ku di nav konvoyê de bi sedan sîvîl hebûn. Wî da zanîn ku 1 rêwî hate kuştin, bi kêmî ve 10 kesên din jî birîndar bûn.

“Konvoy jibo hevgirtina gelê Efrînê dihat û xwarin û derman ligel xwe tîna,” wî ji Reuterse re got.

Turkîyê meha borî dest bi operasyona ser Efrînê kiribû ku herêmê ji YPG’ê paqj bike û Enqere red dike ku ew do operasyonan de sîvîlan dike armanc.

XS
SM
MD
LG