Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Rêvebirina Sivîl a Bajarê Efrînê


Ehmed Hesen û Kawa Azîzî
Ehmed Hesen û Kawa Azîzî

Du roj berê, komeke çalakvan û sivîlên xelkê Efrînê konferansek li Tirkiyê li dar xistin û di encamê de komîtek ji 30 kesî hat hilbijartin bi navê Civata Sivîl a Efrînê.

Di demekê de ku endamên vê civatê dibêjin pêwîstî bi rêvebirineka sivîl a karûbarên efrînê heye piştî derketina hêzên Kurdî, hin dibêjin ev civat bi piştgiriya Tirkiyê hatiye avakirin û dê nikaribe xismeta xelkê Efrînê bike.

Hin berpirsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) got ku ew bo vê konferansê hatibûn vexwendin, lê ew beşdar nebûn.

Civateke wiha dikare çi bike di demekê de ku gurûpên opozisyonê gund, bajarok û navenda bajarê Efrînê kontrol dikin?

Tirkiyê çiqas pêwîstî bi civatek wiha heye jibo rêvebirina bajêr?

Çima ENKS hewil nade derbasî Efrînê be û di rêvebirina bajêr de beşdar be?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê babetê:

Ehmed Hesen, endamê Civata Sivîl a Efrîn a nû damezrandî ku li Tirkiyê dimîne û Kawa Azîzî, mamosteyê zanîngehê ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 20_03_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:43 0:00

XS
SM
MD
LG