Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Mafê Mirovan li Efrînê di Meha Mijdarê Xirabtir Bû


Binpêkirina mafê mirovan, tunebûna aramî û ewlehîyê li herêma Efrînê, ku di bin destdanîna Tirkîyê û komên çekdar de ye, di meha Mijdar de zêde bû.

Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê ragihand ku di Mijdarê de 5 kes hatine kuştin û di nav wan de jinek û kalemêrek hene.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafê Mirovan (SOHR) jî ragihand ku wan di meha borî de 115 bûyerên girtin û revandina welatîyên Kurd belge kirine ku 8 wan kesan jin û zarok in.

SOHR dîyar kir ku di nav kesên girtî de 2 mamosteyên jin hene û tawana wan fêrkirina zimanê Kurdî bûye.

Dîsa, komên çekdar peykerê Newrozê ya li navenda bajarê Efrînê rûxandine û berê wê jî peykerê Kawayê Hesinkar jî alîyê heman koman ve hatibû hilweşandin.

Çalakvanên Kurd ev kiryar weke sîyaseta jinavbirina nasnameya Kurdî li herêma Çîyayê Kurmênc dibînin ku nav û nîşaneyên Kurdî bi awayekî domdar û plankirî tên rakirin.

Herwiha, xirabkirina şûnwar û cîhên dîrokî jî dewam dike, di meha Mijdarê de, li 7 cîhên mîna Kela Horî, Girê Qîbarê, Girê Şêxorzê û Girê Elemdara kolandin û rûxandin çêbûne.

Rêvebirîya Şûnwaran ya Efrînê eşkere kir ku berhemên li cîhên şûnwarî tên dîtin ji Tirkîyê re tên derbaz kirin û li bazara reş tên firotin.

Dîsa, destdanîna ser berhema zeytûnên Efrînîyan ji alîyê çekdaran ve didome. Tora Afrin Post da zanîn ku ser destdanîn û birina zeytûnnan şer û pirsgirêk di navbera komên çekdar de derketine.

Rêxistina Mafê Mirovan jî dîyar kir ku çekdaran ne tenê dest datînin ser zeytûnan, ew herwiha daran jî dibirin û dişewîtinin û wek êzing û komirê difroşin.

“Tenê di meha borî de 3500 dar hatine birîn. Ji dema destdanîna Tirkîyê ser Efrînê vir ve pirtir ji 400 hezar darên zeytûnê hatine birîn û şewitandinê” Rêxistina Mafê Mirovan got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Komîsyona Serbixwe û Taybet ya ser Sûrîyê ya Neteweyên Yekbûyî kiryarên ku Efrînê diqewimin wek sûcên şer û yên li dijî mirovahîyê bi nav kiribûn.

NR_12_02_2021_Afrin_November
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:40 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG