Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO, Afrîqa û Ewrupa jiber Cureyên Nû yên Vîrusa Korona Hişyar Dike


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) dide zanîn ku Afrîqa jiber cureyên cihê yên vîrusa korona bi pêla sêyan re rûbirû maye.

Dîrektorê Afrîqa yê WHO Matshidiso Moeti dîyar kir ku hejmara pêketinên nû di 6 hefteyan de 25 ji sedê zêde bûye û heta 27’ê Hezîranê gihiştiye 202 hezarî.

Moeti da zanîn ku mirinên ji vîrusa korona jî di hemana de li 38 welatên Afrîqa gihiştiye 3 hezarî û rêjeya zêdebûnê 15 ji sedê ye.

‘’Cureyên nû yên zûtir belav dibin, gefa dijî Afrîqa radike asteke din.’’ Moeti got.

Dîrektorê Ewrupa yê WHO Hans Kluge jî dîyar kiribû li parzemînê piştî daketina 10 hefteyan hejmara pêketinan jinûve bilind dibe.

Hans Kluge dabû zanîn ku li 53 welatên Ewrupa hefteya borî pêketin 10 ji sedê zêde bûne.

Wî bal kişandibû ku jiber sistkirina tedbîran, rêwîtî û kombûnan ew rewiş çêbûye.

Wezîrê Navxweyî yê Almanya Horst Seehofer jî lidarxistina maçên futbolê yên bo Kûpaya Ewrupa rexne kir.

Horst Seehofer da zanîn ku li hin stadyumên bi qasî 60,000 kesî digirin dê maç bê maske werin temaşe kirin û dîyar kir ku ew di pandemîyê de ji berevanîyê pirtir bazirganîyê tîne bîra meriv.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê 182,651,733 kes bi vîrusa korona ketine û 3,955,824 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG