Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afrîqa Başûr bo Welatên Afrîqî 2 Mîlyon Vaksîn Dibexşîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Afrîqa Başûr dê bi qasî 2 mîlyon doz vaksînên vîrusa korona yên Johnson & Johnson bibexşîne welatên din yên Afrîqa.

Ew vaksîn dê di sala pêş de ji alîyê platformeke tibî ya Yekîtîya Afrîqa (AU) ve werin belav kirin.

Hikûmeta Afrîqa Başûr bi AU re ser bexşandina vaksînan daxuyanîyeke hevbeş belav kir.

Li gor daxuyanîyê, Afrîqa Başûr ew bexşandina hevkarîya Afrîqîyan ya di rewşeke dijwar de bi awayekî berçav nîşan dide.

Nûnerê AU ya bo vaksînan Strive Masiyiwa di dema herî kin de ew dê 2,030,400 vaksînan li welatên feqîr belav bikin.

Li Afrîqa Başûr 38 ji sedê gehiştîyan bi awayekî tam vaksîn li xwe dane.

Ew rêje li gor gelek welatên Afrîqî rêjeyeke bilind e, lê li binê armanca hikûmetê ya dawî salê ye.

XS
SM
MD
LG