Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nucêfî: Çarenûsa Musil û Herêma Kurdistanê Yek e


Nucêfî û Barzanî roja Yekşemê li Dihokê kom bûn.
Nucêfî û Barzanî roja Yekşemê li Dihokê kom bûn.

Parêzgarê Musilê dibêje, Îraq di metirsiyeke mezin de ye û got “destekê bihêz heye ku dixwaze têkeliyên navbera Musil û Herêma Kurdistanê aloz bike.”

Di hevpeyvîneka taybet de ligel Dengê Amerîka, Esîl Nucêfî dibêje ku hejmareka aliyên Îraqê û bi alîkariya hêzên biyanî dixwazin têkeliyên navbera hikûmeta xwecihî li Musil û Herêma Kurdistanê aloztir bikin.

Birêz Nuceyfî roja Yekşemê li Dihokê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kom bû. Parêzgarê Musilê dibêje, “min ji Birêz Barzanî re got ku çarenûsa Musil û Herêma Kurdistanê yek e.”

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna peyamnêr Emîr Goran bi Parêzgarê Musilê re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li aliyê rastê vê rûpelê kilik bike.

XS
SM
MD
LG