Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Haşimî: Heta mirinê ez bi Kurdan re me


Tariq El Haşimî.

Cîgirê Serokê Îraqî Tariq El Haşimî sipasiya Kurdan dike û dibêje helwêsta Kurdan “helwêsteka dîrokî ye.”

Haşimî nuha li Silêmanî, Kurdistana Îraqê ye û biryara girtina wî li Bexdayê hatiye dan.

Di hevpeyvîneka taybet de ligel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, Haşimî sipasiya helwêsta Kurdan dike û dibêje ku “heta mirinê ez bi kurdan re me.”

Qeyrana siyasî ya Îraqê aloztir bû piştî hikûmeta Serokwezîr Nûrî El Malikî, ku Şîe ye, Haşimî yê Sunnî bi terorê tawanbar kir.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna peyamnêr Yehya Berzincî bi Cîgirê Serokê Îraqê re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li aliyê rastê vê rûpelê kilik bike.

XS
SM
MD
LG