Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

“Malikî Soz da Hêzên Pêşmergê ji Musilê Dûr Bixe”


Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî li Musilê.

Di hevpeyvînê de ligel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, hejmareka karbidestên Şebek û Ereb li parêzgeha Musilê eşkere dikin ku Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî razî bû ku hêzên Pêşmerge û asayişê yên Kurdî li Musilê dûr bixe.

Malikî li dawî ya meha bihurî serdana Musilê kir û civîna Encûmena Wezîran li wî bajarî lidar xist.

Mihemed Îbrahîm, peyvdarê Tevgera Şebek ya Demokratîk, gote Dengê Amerîka ku yek ji daxwazên serekî yên wan ji Malikî derxistina hêzên Kurdî bû li Musilê.

Herwiha Yehya Abid Mehcûb, endamê Encûmena Parêzgeha Musil, gote Dengê Amerîka ku wan nîgeranîya xelkê Musil beramberî hebûna hêzên Pêşmergê gihande Malikî.

Herdu karbidest dibêjin Serokwezîrê Îraqî soz da ku daxwazên wan jibo dûrxistina hêzên Kurdî li Musil bi cîh bîne.

Ji kerema xwe fayla dengî li rexê rastê vê rûpelê kilîk bike.

XS
SM
MD
LG