Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandanên Gurcistanê de 20 Kes Hatine Desteser Kirin ku 2 ji Amerîkî Ne


Wezareta Navxweyî ya Gurcistanê îro Duşemê ragihand ku di xwepêşandanên nerazîbûnê de du hemwelatîyên Amerîkî û yek Rûsî jî di nav de, 20 kes li Tblîsê hatin desteser kirin, dema ku qanûndanerên Gurc li ser pêşzagona bi navê "sixurên bîyanî" nîqaş dikirin.

Wezareta Navxweyî ya Gurcistanê li ser Facebookê ragihand ku yek ji wan hemwelatîyên Amerîkî di sala 1995 de ji dayik bûye, lê wezaretê ti hûrgilîyên din nedan.

Kesên binçavkirî di nava çend hezar dijberên pêşzagonê bûn ku li ser banga opozîsyona Gurcistanê jibo lidarxistina xwenîşandaneke seranser şevê li dervayê parlamanê civîbûn ku nehêlin qanûndaner îro Duşemê têkevin nava avahîya parlamanê.

Lê, Reutersê ragihand ku endamên parlamanê tevî xwepêşandanan karîbûn bikevin nava avahîyê ku komîteya dadwerî di nava nerazîbûna opozîsyonê de pêşzagon bi fermî pejirand. Çaverê ye ku parlamana Gurcî roja Sêşemê jibo cara sisêyan wê pêşzagonê gotûbêj bike û dû re jî bipejirîne.

Balyozxaneya Amerîkî û nûnerên dîplomatîk yên Rûsyayê li Gurcistanê demûdest daxwaza Reutersê ya jibo şîroveyeke ser desteserkirinê bê bersîv hiştin.

Serokwezîrê Gurcistanê Irakli Kobakhidze soz dabû ku ewê pêşzagonê bikin qanûn, tevî ku ew yek bûye sedema yek jî xwenîşandanên herî mezin yên dîroka Gurcistanê ya piştî serxwebûnê.

XS
SM
MD
LG