Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekujî de bi Dehan Kes li Afanistanê Hatin Kuştin


Li Kabul ya paytaxta Afganistanê, êrîşvanekî xwekuj xwe li navendeke xwendinê ya taxa Şîayan peqand.

Agahîyên pêşîn didin zanîn ku di êrîşê de 48 kes hatin kuştin û 67 kesên din jî birîndar bûn.

Berpirsîya êrîşê hîn ti rêxistin negirtiye ser xwe, lê guman Talîbanê nîşan didin.

Li Baglan ya li bakurê Afganistanê, Talîbanê êrîş bir ser du navendên kontrolê yên li ber hev du. Di êrîşê de 30 polîs û leşker hatin kuştin.

Walîyê Baglanê Abdul Haî Nematî dîyar kir ku 9 karbidestên ewlekarîyê hîn wenda ne û 4 jî birîndar in.

Li Zabul ya li başûrê Afganistanê jî Talîbanê êrîş bir ser navenda polîsan û 4 polîs kuştin.

Li Gazne, di navbera hêzên hikûmeta Afganistanê û Talîbanê bi rojan pevçûn pêk hatibûn û bi kêmî ve 35 sîvîl û 100 karbidestên ewlekarîyê hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG