Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Jiber Şewata Daristanan bi Sedan Kes Hatin Veguhastin


Dîmenên şewatê li Tirkiyê
Dîmenên şewatê li Tirkiyê

Medya Tirkiyê û Karbidestan ragihand ku jiber agirê bi daristanan ketî li Îzmîr ya deryaya Egeyê karmendên agirkujiyê di roja sêyem de xebatin agirkujiyê dom dikin, bi sedan kesên din şeva borî ji malan hatin dûrxistin.

Kanala NTV ya nûçeyan ragihand, ku helîkopter û bombeyên avê îro danê sibê xebata xwe li dijî şewatê berdewam kirin.

Agir roja Pêncşemê dest pê kirbû jiber bayê ku bi leza 50 kîlometran di saetê da diherikî bû sedema belavbûna agir li herêmên niştecihiyê.

Wezîrê Karên Hundir yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya diyar kir ku li Îzmîrê bi şev 900 welatiyên 5 navçeyên ku ketine bin bandora şewatê hatine dûrxistin.

Şahidekî ji AFP'ê re got ku dûmanek mezin esîmanê herêmê gewr kiriye, û bêhna dûmanê li ser sêyemîn bajarê herî mezin yê Tirkiyê ji aliyê şêniyên xwe ve, belav bûye.

Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli got, "Niha 2 balafir û 11 helîkopter hewldanên agirkujiyê didomînin."

Wezîr got, nêzîkî 1,600 hektar şewitîne û bandor li 3,900 hektaran kirîye.


Di heman demê de li Tirkiyê 6 şewatên din li daristanên bajarên din yên Tirkiyê, di nav de li bakurê rojavayê Bolu û Aydinê li rojava, berdewam dikin.

Zanyar dibêjin guherîna klîma û avûhewayê û germa zêde ya havînê derketina şewatan zêdetir û tundtir dike.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG