Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê Partîya Baş Agiralioglu Dest ji Partîya Xwe Berda


Parlamanterê Partîya Baş yê Stenbolê Yavuz Agiralioglu, ku di rojên dawîyê de bi rexneyên xwe yên dijî berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu ketibû rojevê, ji partîya xwe îstîfa kir.

Agiralioglu gotibû ku maseya şeşalî neheqî li Partîya Baş kir û berbijarîya Kiliçdaroglu li ser wan ferz kiriye.

Wî di 22yê Adarê de Kiliçdaroglu, pînc partîyên din yên ser maseya şeşalî û HDP bi tundî rexne kiribûn. Agiralioglu dû re ragihandibû ku ewê di hilbijartina serokomrîyê de dengê xwe nede Kiliçdaroglu.

Berdevkê Partîya Baş Kurşat Zorlu jî piştî biryara Agiralioglu got ku îstîfakirin biryareke yekalî ye û hevdîtina Agiralioglu ya bi seroka wan Merak Akşener re wê pêk neyê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Akşener di destpêkê de dijberîya namzetîya Kiliçdaroglu derketibû û ji maseya şeşalî vekişîbû, lê piştî çend rojan jiber nerazîbûna girseyî ya ji nava partîya xwe careke din zivirîbû ser masê.

XS
SM
MD
LG