Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdulhakîm Daş: Hiqûqa Tirkîyê Dijî Nasnameya Kurdî Ye 


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hefteya borî seredana Amedê kiribû û qala pêvajoya çareserîya pirsa Kurdî ji kiribû.

Serokê Platforma Demokratîk ya Başûrê Rojhilat, Abdulhakim Daş bawer dike ku pêvajoya çareserîyê pêdivî ye û daxwaza pejirandina nasnameya Kurd dike.

Abdulhakim Das
Abdulhakim Das

Daş dibêje ku li Tirkîyê hîn navê Kurd û nasnameya Kurdan nayê pejirandin.

“Di qanûna bingehîn de jî hîn Kurd tune tên hesibandin. Mixabîn em di vê astê de ne. Heke çareserîyek tê xwastin, gava yekê ew e ku nasnameya Kurdî di qanûna bingehîn de cî bigire.”

Daş îda dike ku li Tirkîyê hiqûq nemaye û nîşaneya herî dawî jî doza girtina HDP’ê ye.

“Desthilata sîyasî dixwaze û sîstema hiqûqê jî fermana wê bi cî tîne. Bêhiqûqîyeke mezin li dijî Kurdan û HDP’ê tê meşandin û ev jî dîsa bi navê hiqûqê tê kirin.”

Danîna qayuman jî li Tirkîyê wek rojeveke germ dimîne. Daş li ser van qayuman jî sekinî û got ku ev yek beşeke pirsgirêka Kurdî ye.

“Pirsgirêka Kurdî piralî ye û danîna qayuman jî yek ji van pirsgirêkan e. Heta niha gelek partîyên Kurdan hatin girtin, lê ti gav têkoşîna Kurdan ranewestîya, wê ji vê şundatir jî raneweste. Her çi dibe bila bibe Kurd wê têkoşîna xwe bidomînin.”

ED_22_07_2021_Abdulhakîm_Daş
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:28 0:00

XS
SM
MD
LG