Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanê Tawanên Ceng yê Sûrî Îro li Hollanda Derket Pêş Dadgehê


Endamên Nusra
Endamên Nusra

Bergumanê Sûrî Ahmad al Khedr, ku jiber tawanên ceng tê darizandin, îro Duşemê li Hollanda derket pêş dadgehê û îdiayên hember xwe red kirin.

Khedr ku wek Abu Khuder tê zanîn red kir ku ew endamê Enîya Nusra ya tundrê ye.

Dozgerên Hollandî cezayên giran ji Khedr re dixwazin û wî di cîghirtina kuştinkarîyan de û bi endambûna rêxistineke terorîst tawanbar dikin.

Dozger dibêjin ku ew di kuştina leşkerekî Sûrî ya di Tîrmeha 2012’yan de cîh girtiye û dîmenên wê yekê li înternetê belave ne.

Parêzerên Khedr qebûl kir ku ew li cîhê bûyerê de bûye, lê wan îdia dikin kir ku Khedr beşdarî kuştinkarîyê bûye.

Ger dadgeh Khedr sûcdar bibîne, îhtîmal heye ku ew heta dirêjîya jînê li zindanê were girtin.

Hêjayî gotinê ye ku cara yekê ye ku hemwelatîyekî Sûrî, di bin tawanên ceng de li Hollanda tê dadgeh kirin.

XS
SM
MD
LG