Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdullah Gun, Behsa Kuştina Xizmê Xwe Ahmet Gun Dike


Rêvebirê DEM Partî Ahmet Gun li navça Sêgirk (Şenoba) ya Şirnexê bi deste cerdewan (qorîcî) hate kuştin, di heman êrîşê da kurê wî Abdurrahman jî birîndar bû.

Abdurrahman li Amedê tê derman kirin. Li gor şahidîya wî, bavê wî bi destê Sadik Babatê qorîcî hatîye kuştin.

Xizmê Ahmet, Abdullah Gun, jibo Dengê Amerîka re behsa êrîşê kir û îdia kir Ahmed jiber sîyaset û îdyolojîya xwe hedef hate girtin.

''Ew roj jî jibo tedarikîya zivistanê, çûye ser erde xwe ku êzingan bîne. Lê Sadik Babatê qorîcî, digel xwe yên qorîcî astengî derxistine û nehîştine ku êzingan bibin. Li wir pev diçin û Sadik demançê derdixe berî sere Ahmed û linge kurê wî dide.’’

Wî da zanîn bi malbata Babat re berê tu pirsgirêkek malbatî tunebûye. Lê pirsgirêk di hilbijartina 14ê Gulanê de dema dengdanê de li ser sindoqan destpê kirîye.

''Ew malbat xwestin li ser sindoqan pîvanên antidemokratik pêkbînin lê ednamên sindoqan destur nedan û alozî çêbû, fizîkî mudaxale kirin û ji wê rojê vir de li provakasyonê digeran heta sê meh berê.’’

Li gor agahîyên Abdullah da, sê meh berê xortên navçê futbolê leyistîne û din ava xortan da pevçûn çêbûye.

''Jiber wê alozîyê avêtin ser taxên me, avêtin ser malbata Ahmet û bi dar û beran êrîş çêbû, sere hev şikandin lê kuıştin çênebû. Ji wê rojê de li herêmê ji wan kî hebûn diçûn dihatin digotin emê we ji cîyê we rakin û li vê rojê digeran heta du roj bere rê li Ahmer birîn û li ser milkê xwe ew kuştin.’’

Li gor zanayrîyên ku da, Ahmed, 1986'an de jiber bûyerên di nav PKK û dewletê de mecbûr maye gundê xwe terk bikin. Ew roj jî jibo êzingan bîne çûyer ser erd û milkê xwe.

''Xwest hinek pêwistîyên zivistanê êzing û daran bînin heta biharê xwe pê germ bikin. Bi bawerîya mine ew şopandine, çar kes bûne, rêyan dibrin û çeke xwe dikêşin, dibêjin hun ji vêderê daran nabin. Ahmed jî dibêje 'Erd erdê min e, gund gundê min e, dar darê min e, min tu malê kesî nexwarîye'. Lê ew dibêjin 'Ger hun daran bibin emê we bikujin.'

Hinek nîqaş çêdibe, di wê navê de û Sadik Babat dest davêje çeka xwe guleyek berê sere Ahmed dide yek jî bere linge kurî wî û li wir Ahmed înfaz dike. Ji serî heta binî bûyer bi vî rengî ye. Lewma dixwazim bibirsim gelo ev bûyer sîyasî ye yan edlî ye?’’

Wî daxuyakirin malbata Babat, li Şenobayê malbateke mezin e û bi salan e qorîcî ne.

''Çeke dewletê li pişta wan e û bi van çekan van bûyeran dikin. Bi salan e jixwe re olîgarşîyeka kontrayî sazkirine. Yanî li gor wan divê ji derveyê wan tu kesek îrada xwe bikarneyne, fikra wan a sîyasî nebe, tiştekî ji derveyî wana nexwaze û nebêje. Yanî liser vê civakê olîgarşîyek çêkirine. Dema malbatên weke me, di alîye îdeolojî, ji derveyê berjewendîya wan bifikre, jixwe re dikin hedef, heger ji wan bê, ji holê jî radikin. Ahmet ji wan re koletî nedikir, li gor xwesteka wan tevnedigera. Digot ez jî mirov im, xwedî îrade, bawerî û xwedî nîrx im. Ji derveyî îdolojîyê tiştek ku li ser şer bikin tunebû.’’

Hêjayî gotinê ye ku pismamê kujer, Alîhan Babat, ji Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) şaredarê Şenobayê ye. Me xwest em van îdiayan jê wî bipirsin lê bi rêya telefonê me tu bersivek bi dest nexist.

KHF_12_12_2023_Ahmet Gun
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:33 0:00

XS
SM
MD
LG