Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmet Turk Gera Duyê ya Pêşhilbijartinên DEM Partî Rexne Dike


Sîyasetvanê dêrîn Ahmet Turk, ku jibo berbijarîya bajarvanîya Mêrdînê ketibû pêşhilbijartinan got ku ew bi rewişeke dijwar re rûbirû maye.

Turk di pêşhilbijartinên dawîya hefteyê de, di gera yekê de 49 ji sedê dengan sitandibû. Lê, jiber ku ti berbijar benda pirtir ji nîvê dengan derbaz nekir, pêşhilbijartin ma gera duyê.

Li ser encamên gera yekê, Ahmet Turk dîyar kir ku ewê nekeve gera duyê û ew ji sîyaseta aktîf vekişîye.

Turk ji Arti Gerçekê re got ku hin hevalên wî ji wî re gotine ku helwesta wî tund e, lê tevî ew vekişîye jî wî têkoşîn bernedaye.

Li ser pirsa ew çima neçûye gera duyê, Ahmet Turk dîyar kir ku jibo gera yekê krîtera pirtir ji nîvê dengan zêde ye.

‘’8 kes ketine hilbijartinan, tuyê çawa pirtir ji nîvê dengan bistînî? Jibo çi em du geran dikin, ez fehm nakim. Rast e, herkes dikeve pêşhilbijartinan, kî pirtir dengan bistîne wê bibe berbijar, ya li gor mantiqê jî wisa ye’’

Turk dîyar kir ku wî berê jî ser gera duyê hişyarî daye ku ewê zararê bide.

Wî bi bîr xist ku di gera yekê de wî 2539 deng sitandine, lê berbijara li dû wî li 700 dengan maye.

Turk bi berdewamî dîyar kir ku piştî vekişîna wî hin kes hatine ba wî girîyane û gotine tu nikarî vekişî lma ew bi rewişeke dijwar re rûbirû maye.

Jêder: Arti Gerçek

XS
SM
MD
LG