Bajarvanê Mêrdînê Ahmet Turk ser desteserkirina Bajarvanê Colemêrgê Mehmet Siddik Alkiş û erkdarkirina qayumekî li şûna wî bertek nîşan da.
Turk piştî beşdarîya li komcivîna Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ji komeke rojnamevanan re dîyar kir ku destdanîna ser Bajarvanîya Colêmêrgê ew xemgîn kiriye û ew ne li benda biryareke wisa bûye.
‘’Bi sîyaseta qayuman li cîhanê li ku Kurd hebin dijî wan sîyaseteke dijminane tê meşandin. Sîyaseteke wisa bandorê ne tenê li Kurdan, lê li hemî gelên Tirkîyê dike û wan gelan ji demokrasîyê dûr dixe.’’
Wî dîyar kir ku Kurd wê li hember destdanîna ser bajarvanîyê bê deng nemînin û bertekên xwe bi awayekî xurt û demokratîk nîşan didin.
Sîyasetvanê dêrîn got ku xêncî Partîya Gel ya Komarî (CHP) partîyên din ser erkdarkirina qayuman dengê xwe dernaxin û dîyar kir ku divê êdî sîyaseta Tirkîyê dijî binpêkirina hiqûqê dengê xwe bilind bike.
Turk di hilbijartinên herêmî yên 2014 û 2019’an de jibo Bajarvanîya Mêrdînê hat hilbijartinan lê di her du dewran de jî hat girtin û Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê bi qayuman dest danî ser şaredarîyê.
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de Turk careke din jibo Bajarvanîya Mêrdînê hat hilbijartin.
Di hilbijartinên herêmî de CHP’ê bi rêjeya dengan cara pêşî Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatê cara pêşî derbaz kir û Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan behsa nermkirina sîyaseta welêt kir.
Erdogan piştî 8 salan bi serokekî CHP’ê re kom bû ku analîstên Tirkîyê ew yek wek nîşana nermbûnê dîtin.
Çaverê ye Erdogan di rojên pêş de serdana Serokê CHP’ê Ozgur Ozel bike.
Turk li ser pirseke derbarê hêvîyên wî yên ji hevdîtina çaverê ya her du rêberan got ku Ozel fikir û daxwazên wan dizane û dîyar kir ku ew bawer dikin ku Serokê CHP’ê wê bi israr berevanîya demokrasîyê bike.
Jêder: Gazete Duvar