Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Mafê Mirovan Dibêje Mafê Ahmet Altan Hatiye Binpê Kirin


Rojnamevanek bi wêneya Aktan li pêş dadgehê girtina wî protesto dike (Arşîv)
Rojnamevanek bi wêneya Aktan li pêş dadgehê girtina wî protesto dike (Arşîv)

Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupa li ser doza rojnamevan Ahmet Altan biryara xwe ragihand û giheşt wê encamê ku dadkirina Altan ne rewa bûye û mafê wî yê ramanê hatiye binpê kirin.

Nivîskar Altan piştî hewla derbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê, di 10’ê îlona 2016’an de bi îdiaya endamtîya rêxistina Fethullah Gulen gatibû girtin.

Dadgehê bi sedema ku wî di milê ragihandinê ya wê rêxistinê de xebitîye û bi nivîsên xwe li hember hikûmetê banga darbeyê kiriye.m ceza li Altan birîbû.

Dadgeha Mafê Mirovan biryara xwe de dîyar dike ku ti gumanên maqûl tunene ku Altan endamê rêxistinê ye û di nav hewildana derbeyê de cî girtiye.

Dadgehê herwiha got ku Altan bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin û nivîsên wî jî nikarin bibin delîlên sûcdarkirinê.

Lê, dadgeh qane nebûye ku Altan bi biryareke sîyasî hatiye girtin û dadgeh kirin.

Dadgehê biryar da ku 16 hezar Euro ceza li Tirkîyê bibire ku wek zîyana manevî bide Altan.

Hêjayî bîrxistinê ye Dadgeha Mafê Mirovan di nav sê salan de jibo Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala jî biryar dabû ku mafê wan hatiye binpê kirin û divê ew bi lezûbezî werin berdan.

KHF_Dadgeha_Ewrupî_04_13_2021_Ahmet_Altan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:37 0:00

XS
SM
MD
LG