Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîlmê Ser Jîyana Hunermendê Navdar Ahmet Kaya Derket Pêş Temaşevanan


Fîlmê derhêner Ganî Ruzgar Şavata ya ser jîyana hunermend Ahmet Kaya di 13'ê Mijdarê de li 700 sînemeyên Tirkîyê derket pêş temaşevanan.

Fîlmê bi navê “Du Çavê Min Ahmet” hem jîyana Kaya dide ber çav, hem jî bi taybet li ser şeva xelatkirina wî disekine ku di 10'ê Şubata 1999'an de Komela Rojnamevanên Magazîn xelata serketinê dabû wî.

Kaya di wê şevê de behsa mafên Kurdan kiribû û hember wî reaksîyonên tund hatibûn nîşandan û ew dû re hatibû desteser kirin.

Kaya piştî gef û êrîşan mecbûr mabû ku ji Tirkîyê derkeve û here Fransa.

Şavata di fîlmê xwe de wê şevê wek şeveke reş bi nav dike

“Ez vê şevê wek şeva magazîn nabînim, wek şeva reş dibînim. Ahmet Kaya ser jiber gotinên xwe yên ser Kurdan ji alîyê hunermend û sîstema Tirkîyê ve hat lînç kirin. Ev jibo min bû kuleke mezin. Min jî xwest ku bila ev şev careke din were ber çavan.”

Senaryoya fîlmê ku 110 deqe ye, ji alîyê Şavata, Gonul Oztur, Îlker Bariş ve hatiye nivîsîn û rola Ahmet Kaya jî ji alîyê Ozgur Tuzel tê lîstin.

Çavata da zanîn ku pirtir ji 3000 hezar fîguran û ji 100’î zêder lîstikvan hene û nêzîkî 100 xebatkarên paş kamerê xebitîne.

Şavata bal dikşîne ku ew di dema çêkirina film de rastî gelek astengîyan hatine.

“Dema me xwest vî fîlmî çêkin gelek astengî derketin pêş me. Ahmet Kaya ne malê kesekî ye, ew nîrxê hemû civakê ye. Tevî hemî astengîyan me di sala 2018'an de dest bi kişandina fîlm kir û di dawîya sala 2019'an de ew qedand.”

ED_18_11_2020_Gani_Ruzgar_Şavata
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:12 0:00

XS
SM
MD
LG