Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemanterekî Îranê: Xemsariya Hêzên Ewlekariyê Hîşt Êrîşa Ehwazê Bibe


Ajansa nîv fermî ya Îranê ISNA îro Şemiyê ji ser zimanê parlemanterekî ragihand ku dibêje êrîşa ser temaşeyeke leşkerî li bajarê Ehwaz ê başûrêî rojavayê welêt, ku têde 24 kes hatin kuştin, ew encama xemsariya hêzên ewlekariyê bû.

Li gor raportê, serokê komîta parlemanî ya ewlekariya niştimanî û siyaseta derve Hişmetulah Felahetpîşe dibêje girteyeke vîdyo ya wezareta agahdariyê û artêşê, vê encamê zelal dike.

Wî di wesfa vîdyo de got:

“Kamîreman ji sekvan rica dike ku êrîşkeran gullebaran bike, lê sekvan li hêviya biryara komandarê xwe ma.”

Felahetpîşe got heşt an neh sekvan li wir bûn û dikarîbûn di nîv deqeyekê de terorîstan bikujin.”

Ew dibêje hin ji birîndaran serbora şerê dijî gurûpa Dewleta Îslamî li Sûriyê hebû û eger wan çek hebana, ev trajîdî nedibû.

XS
SM
MD
LG