Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkarê Sîyasî yê Îranî li Hollanda Hate Kuştin


Polîsên Hollandî ragihand ku bizavkarê sîyasî yê Ereb ji Îranê, Ahmad Mola Nissi yê 52 salî şeva Çarşemê li Denhag hate kuştin.

Nissi Erebê Ehwazî ji Îranê bû û Tevgera Tekoşîna Ereb ya Rizgarkirina Ehwaze damezrandibû ku dewleteke serbixwe li wê herêma bi petrol dewlemend ava bike.

Daxuyanîya polîsên Hollandî ragihand ku gumanbarê êrîşê, piştî ku hewil dida bireve, li nêzî cîhê bûyerê l hate girtin.

Erebên Ehwazî kêmanîyeke nîjadî li Îranê ne û hinek ji wan xwe di bin dagirkerîya Farisan dibînin û daxwaze serxwrbûnê yan otonomî dikin.

Nissi di meha Tîrmehê de ji Reutersê re gotibû ew ji mafên mirovan yên bingehîn û mafên sîvîl bêpar hatine hiştin, loma jî Tevgera Tekoşîna Ereb ya Rizgarkirina Ehwaze dixwaze ax û gelê Ehwaz ji dagirkerîya Îranê rizgar bike.

XS
SM
MD
LG