Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AI: Tirkiye Bûye Zîndana Rojnamevanan


Çalakiya endamên saziya Rojnamevanên Sînor Nenas li hember balyozxana Tirkî li Parîs.
Çalakiya endamên saziya Rojnamevanên Sînor Nenas li hember balyozxana Tirkî li Parîs.

Rêxistina Lêbûrîna Navnetewî "Amnesty International" di roja cîhanî ya azadiya rojnamegerîyê de, raportek derbarê rewşa rojnamegeriyê li Tirkiyê weşand û dide zanîn ku Tirkiyê bo rojnamevana bûye zîndanek mezin.

AI di malpera xwe ya fermî de, îro Pênşemê rapor weşandiye û dibêje, piştî derbeya leşkerî ya neserkeftî li havîna 2016an zêdetir ji 120 rojnamevan ketine di zîndanan de, herwiha dibêje, niha rojnamevan li wî welatî di nava tirs û gefkirnê de ne bi armanca bêdeng kirina wan.

AI, di rapora xwe de rojnamevanên ji Tirkiyê dane axiftin, ew dibêjin ya rast Tirkiye zînadneke bo rojnamevanan.

Zehra Dogan, sernivîsa malpera ajansa jinên Kurd JINHA ya ku piştî derbeya 2016an li meha Oktoberê hatîye girtin, hunremend û sernivîsa ajansê Zehra ku 3 sal sizayê girtinê dane wê ji girtîgeha Diyarbakir/Amedê dibêje"Ez di girtîgehê de me, lê ez ne girtî me, jiber ku huner û rojnamegerî nikar bihê girtin, em ê xebata xwe rojane berdewam bikîn û berdewam dê bêjîn "Rojnamegerî ne tawan e" hemû rojnamevan azadî xwazin".

Çagdaş Kaplan، sernivîskarê portalا rojnama xeberî Karinca dibêje" Jiyana li jêr gef û çavtirsandina rojane li Tirkiyê gelek bi zehmete, lê rojnamegerî karê me ye,, divê em bicî bînîn, rastiyek zelal li Tirkiyê heye, lê her tim hewildan hene bo veşartina wê rastiyê ji civakê, divê kes hebin li ser bi axivîn, û eve, ya ku niha em kar bo dikîn".

Di roja cîhanî ya azadiya rojnmaegeriyê de, piraniya rêxistinên navnetewî yên parastina mafên rojnamegeran û azadiya rojnmaevaniyê rexne li Tirkiyê girtin, kovara Newsweek gotarek bi serdêra "roja cîhanî ya azadiya rojnamegeriyê li ser girtina rojnamevanan li Tirkiyê hişyar dibe", nivîsandî ye .

Weke di nivîsa Newsweek ê de hatî, Eren Keskin, ya ku weke sernivîsera rojnama Özgür Gündemê ye, ya ku bi zimanê Tirkî weşan dikir dibêje "ez dixwazim bi azadî ramanên xwe bêjim, lê ez du caran difikirim berî biaxivîm yan binvîsim".

Di Newsweekê de, Hakkı Boltan ji komela rojnamevanên azad ku Mijdara 2016an hatiye girtin li Tirkiyê dibêje, Tirkiye bo rojnamevanan bûye zîndan, komela me berî bihê girtin 400 endam hebûn, nihe 78 kes ji wan di zîndanê de ne".

Boltan dîsan dibêje, rêya yekane ku em biser vê rewşê de serkevin, hevkariya rojnamevanên cîhanê ya bi me re.

XS
SM
MD
LG